Di serdema koronayê de girîngîdana bi ajalên kedî zêde bûye
Di serdema koronayê de eleqeya ji bo ajalên kolanan jî, ajalên kedî jî zêde bûye.
Diyarbekir (K24) - Di serdema koronayê de eleqeya ji bo ajalên kolanan jî, ajalên kedî jî zêde bûye. Firoşkarên ajalên kedî û xurekên ajalan tînin ziman ku piştî pandemiyê her diçe, zêdetir eleqe ji bo ajalan tê nîşandan û hem yên ku bi taybet çûk û masiyan ji bo mala xwe distînin, hem jî yên ku li ajalên kuçeyan xwedî derdikevin jî zêde dibin.
Dikandarên ku ajalên malan ango ajalên kedîkirî û xurekên wan difiroşin, tînin ziman ku li Diyarbekirê di serdema pandemiyê de baldarî û hezkirina ajalên malan zêde bûne û vê rewşê jî bi kêfxweşî pêşwazî dikin.
Ayfer Koç bi hevjînê xwe re 20 sal e ku masî û çûk di serî de ajalên malan û berhemên wan difroşe. Ayfer Koç tîne ziman ku bi hezkirina ajalan re dest bi vî karî kiriye û tîne ziman ku hezkirina ajalan û li wan û mafên wan xwedî derketin jî taybetiyeke mirovî ye.
Ayfer Koç ji Kurdistan24ê re ragihand: “Herhalde ji kêm taybetiyên baş yê pandemiyê, peyda bûn û zêdebûna hezkirin û baldariya ajalan e. Bi rastî jî, hem welatiyên ku ji bo ajalên li kuçeyan xurekan distînin, hem jî yên ku ji bo li malên xwe xwedîkirinê akvaryûm û ajalan distînin jî gelek zêde bûne. Zêdebûyîna hezkirina ajalan ciyê kêfxweşiyê ye û ez bangewazî jî dikim ku her kes qe nebe zirarê nede ajalan.”
Pispor û tenduristkar hez kirina ajalan ji bo derûniya mirovan jî erênî dinirxînin û tînin ziman ku hezkirina ajalan ji bo mirovên gihiştî wek terapî ye, ji bo gihiştina zaroken jî gelek sûdbexşiyan dihewîne.
Mahmût Kiliç jî 25 sal e ku li vê dikanê bi akvaryûmên masiyên cure reng û çûkan re bilî ye û tîne ziman ku wî li gel hosteyê xwe dest pê kiriye û pişt re jî hosteyê wî dikanê bo wî hiştiye.
Dikandar Mahmût Kiliç diyar kir: “Bi ajalan re bilîbûn karekî zehmet e, lê dema ku hezkirin û eleqeya mirov hebe, wek terapiyekî ye. Ez ji zarokatiya xwe ve bi wan re bilî me û di vê serdemê de, ez dibînim ku eleqeyeke gelek zêde heye. hem xurek hem jî çûk û masî zêde tên firotin. Ev jî, ji bo me ciyê kêfxweşiyê ye.”
Li Diyarbekirê bi tevî melzemeyên xwe ve akvaryûmên masiyan di navbera 200 lîre û hezar lîre yê pere Tirkî tên firotin. Cota çûkan jî di navbera 200 lîre û 600 lîre de tên firotin.