Rewaz Fayeq: Li ser yasaya Parlementoya Iraqê divê em ligel rewşa heyî tevbigerin

Seroka Parlementoya Kurdistanê ragihand; ji bo xelkê Kurdistanê, divê mijara derbaskirina yasaya deynkirinê bi cidî werbigrin.

Hewlêr (K24) – Li ser pesendkirina yasaya deynkirin û paşguhkirina daxwazên Kurdan li Parlementoya Iraqê ku ew yasa ji aliyê parlementerên Şîe û Sunne ve bêyî parlementerên Kurd hat derbaskirin, Seroka Parlementoya Kurdistanê ragihand; ji bo xelkê Kurdistanê, divê mijara derbaskirina yasaya deynkirinê bi cidî werbigrin û li gor vê rewşa heyî, ligel vê mijarê muamele bikin.

Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî, ji bo xelkê Kurdistanê, divê mijara derbaskirina yasaya deynkirinê bi cidî werbigrin û li gor vê rewşa heyî, ligel vê mijarê muamele bikin.

Herwiha eşkere kir: “Divê em bi hev re gotûbêj bikin ji bo ku em bizanin çareserî çi ye. Mûçexurekî Iraqê du mûçe bi hev re werdigre, lê çarenûsa mûçexurên Herêma Kurdistanê, ne diyar e. Divê em sibê civînek bikin û li ser vê mijarê biaxivin û parlemento jî karê xwe bike û li ser vê mijarê civîna parlementoyê pêk bîne û wê demê dê biryara parlementoyê derbarê vê mijarê de derkeve holê.”

Rêwaz Fayeq destnîşan kir: “Li ser vê mijarê çi di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be, divê ew were kirin. Li Parlementoya Iraqê bi piranî deng ji bo vê yasayê hatiye dayîn, em weke Kurd bi daxwaza me nîne, ku Kurd pêkhateyeke girîng a Iraqê ye, lê dîsa ev bû yasa û divê em ligel yasayan tevbigerin.”

Roja pêncşemê 12ê Mijdara 2020an, Perlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeya yasaya wergirtina deynan kom bû. Lê nûnerên Kurd ji ber zêdekirina hin madeyên dijî hikûmetê û karmendên Herêma Kurdistanê, beşdarî civînê nebûn.

Her çend nûnerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn jî, Parlementoya Iraqê deng li ser vê yasayê da.

Gelek Şîe û Sunne di Parlementoya Iraqê de li dijî Kurdan bûn yek û di nava vê projeyasayê de daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya dahatên petrolê û dahatên din radestî Bexdayê bike, piştre pereyên xwe bistîne. Ev jî berevajî rêkeftina berê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.