K24 navên berbijarên Şîe û Sune bo kabîneya nû eşkere dike

Logoya Hikûmeta Iraqê
Logoya Hikûmeta Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî şopandina Kurdistan24ê, lîsteya navên berbijarên aliyên siyasî yên Şîe û Sune ji bo wezaretên cuda cuda û posta Cîgirê Serokwezîrê Iraqê rûbirûyî duberekiyeke mezin bûye. Ji bo hinek wezaretan zêdetir ji sê navan hatine pêşniyarkirin û hîn pirsa hejmara cîgirên serokwezîr nehatiye yekalîkirin.

Hevrikiya sereke li ser postên serkirdetiya ye. Ji bo posta Cîgirê Serokwezîrê Iraqê sê nav hatine pêşkêşkirin ku ew jî; Muhsin Mendelawî, Musena Samerayî û Leys Xezelî ne. Aliyên Şîe di navbera Hevpeymaniya "Esas"ê û Tevgera "Sadîqûn"ê de li ser vê postê ne yek in. Ev jî di demekê de ye ku, pişka Kurdan ji bo vê postê li cem Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatiye yekalîkirin.

Li ser wezaretên serkirdetiyê yên wekî Petrol û Darayî, hevrikiyeke tund heye:

- Ji bo Wezareta Petrolê: Heyan Ebdulxenî, Îhsan Ebdulcebar û Basim Mihemed berbijar in, lê îhtîmala herî bihêz ew e ku ew -post ji bo hevpeymaniya Mihemed Şiya Sûdanî yekalî bibe.
- Ji bo Wezareta Darayî: Hevrikî di navbera Teyf Samî û Mihemed Deracî de heye. Hin ji aliyan daxwaza mana Teyf Samî dikin û çavkaniyekê jî eşkere kir ku Elî Zeydî hatiye serpişkkirin daku kesekî ji bo wê wezaretê destnîşan bike.
- Ji bo Wezareta Berevaniyê: Xalid Ubeydî û Sabit Ebasî berbijar in, lê aliyên Sune hîn li ser parvekirina vê postê li hev nehatine.
- Ji bo Wezareta Navxwe: Duberekiyeke tund li ser vê postê heye. Ebdulemîr Şemerî, Omer Waîlî û Yasir Sixel berbijar in; çavkanî nîşan didin ku îhtîmaleke mezin heye ku Yasir Sixel wê postê werbigire.
- Ji bo wezaretên din jî navên diyarkirî ev in:

- Ji bo Wezareta Plandanînê: Mehmûd Qeysî, Reid Dehlekî û Mihemed Temîm berbijar in. Îhtîmaleke mezin heye ku ji bo Mihemed Temîm bimîne.
- Ji bo Wezareta Perwerdeyê: Miqdam Cumeylî, Neîm Ebûdî û Casim Etiye berbijar in. Dibe ku Xezelî vê wezaretê bi ya xwendina bilind biguhere.
- Ji bo Wezareta Werziş û Ciwanan: Ehmed Muberqeh, Ebdulhisên Ebtan û Ednan Dercal hatine pêşniyarkirin lê Ebtan berbijarê herî bihêz e.
- Ji bo Wezareta Pîşesaziyê: Mihemed Nûrî û Nasir Kazim berbijar in.
- Ji bo Wezareta Rewşenbîrî: Yasîn Îsawî, Bedir Fehil û Ehmed Nesrulah berbijar in.
- Ji bo Wezareta Kar û Karûbarên Civakî: Ehmed Esedî û Raîd Cebar berbijar in.
Aliyên siyasî ji bo hin wezaretan li ser yek navî li hev kiriye: Ji bo Tenduristiyê Salih Hesnawî, ji bo Xwendina Bilind Elî Şukir, ji bo Elektrîkê Ziyad Fazil, ji bo Gehandinê Heyam Yasirî, ji bo Veguhastinê Amir Ebdulcebar û ji bo Bazirganiyê jî Muzer Kerewî berbijarên yekalîkirî ne, herçend e ku li ser wezareta elektrîkê hîn hinek pirsgirêk berdewam in.