Kurdekî rojava çareseriya hilma berçavkê peyda kir
Siyamend Mîrzo endezyarekî kurd ê rojavayê Kurdistanê ye li Almanyayê dijî, çareseriyek ji Hilma dev a di bin maskan re derdikeve û li berçavkan digire, dîtiye.
Almanya (K24) – Siyamend Mîrzo endezyarekî kurd ê rojavayê Kurdistanê ye li Almanyayê dijî, çareseriyek ji hilma dev a di bin maskan re derdikeve û li berçavkan digire, dîtiye.
Dema mirov maska xweparastina ji vîrûsa Koronayê û berçavkê bikar tîne, hilma devê mirov li binê berçavkê digire û gelek caran ji bo dîtina pêş xwe, dibe astengiyek. Siyamend Mîrzo dermanek çêkiriye, heger li ser awêneyên berçavê bê dayîn, hilma dev li awêneyan nagire.
Siyamend destpêkê de li ser xwe û Hevalên test kir û serkeftî bû. Niha jî bi fermî daxwaza moleta bijîşkî kiriye ji bo ev derman bi navê wî were tomarkirin.
Dibe Ku ev dermanê çaresriyê ji hemû keresteyê cam û şûşeyan re, weke berçavkên avjeniyê, camên otombîlan û atorsklan bibe çareseriyek.