Nivîsgeha Parastina Zarokan: 10 zarokên çekdar hatin vegerandin

Nivîsgeha Parastina Zarokan radigihîne, piştî giliyên welatiyan li ser biçekkirina zarokên wan, heta niha wan 10 zarok ji bo malê vegerandine.

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Parastina Zarokan radigihîne, piştî giliyên welatiyan li ser biçekkirina zarokên wan, heta niha wan 10 zarok ji bo malê vegerandine.

Rêveberiya Xweser û HSDê roja 29ê Tîrmeha 2020an di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand, wan mîkanîzmek danîye, ji bo welatî, malbat û alî û rêxistinên mirovî bikarin giliyê li dijî her proseya biçekkirina zarokan ji aliyê HSDê û hêzên di nava wê de bikin. Li gor wê yekê jî, “Nivîsgeha Parastina Zarokan di Dema Şer de” hat avakirin.

Hevserokên Nivîsgeha Parastina Zarokan li Qamişlo Mîdya Nesredîn û Husên El Elî îro li bajarê Qamişlo derbarê pirsa biçekkirina zarokan de konferanseke rojnamevanî lidar xist û hin agahî dan raya giştî.

Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan li Qamişlo Mîdya Nesredîn di konferansê de ragihand, ji dema vekirina nivîsgeha wan ve û heta niha nêzîkî 50 gilîname ji aliyê welatiyan ve li ser biçekkirina zarokan gihîştine nivîsgeha wan. Ji wê hejmarê,16 gilîname ji welatiyên bajarê Qamişlo ne.

Herwiha diyar kir, ji wê hejmara giliyan, heta niha 10 zarokên hatibûn biçekkirin, ji bo malên wan hatine vegerandin, ji wan jî 4 zarok li Qamişlo ne.

Roja 19 Tîrmeha sala 2019an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi Netewên Yekgirtî re li ser prtokolekê derbarê bidawîkirina tevlîkirina zarokên di bin temenê 18 saliyê re îmze kiribû. Lê tevî wê jî malbatên zarokan gazinan dikin û dibêjin ku biçekkirina zarokan li rojavayê Kurdistanê bi dawî nebûye.