90 malbatên din ji kampa Holê hatin derxistin
Karwaneke din a malbatên DAIŞê ku ji 90 malbatî pêk tê ji kampa Holê hatin derxistin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Karwaneke din a malbatên DAIŞê ku ji 90 malbatî pêk tê ji kampa Holê ya li Hesekê hatin derxistin.
Peyamnêra K24ê li Qamişlo da zanîn, îro karwaneke din ku ji 90 malbat pêk tê (354 kes in) ji kampa Holê hatin derxistin.
Diyar kir jî, malbatên ji kampê hatine derxistin, xelkê bajarê Dêrazorê ne û piraniya wan malbatên çekdarên DAIŞê ne.
Roja 16 vê mehê jî 120 malbat ku ji 515 kesan pêk dihat ji kampa Holê hatin derxistin.
Derxistina van malbatan li gor biryara Rêveberiya Xweser a roja 10ê Cotmeha borî tê. Li gor biryarê, malbatên kampê yên Sûrî ji bo bajarên xwe tên vegerandin.