Li Meletiyê erdhej çêbû
Serokatiya Rewşa Bilez û Afatê (AFAD) ragihand li Puturgeya navçeya Meletiyê ya bakurê Kurdistanê, bi mezinahiya 4.7an erdhej çêbû.
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Rewşa Bilez û Afatê (AFAD) ragihand li Puturgeya navçeya Meletiyê ya bakurê Kurdistanê, bi mezinahiya 4.7 erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya li ser malpera AFADê, li Puturgeya navçeya Meletiyê di demjimêr 11.27an de bi mezinahiya 4.7 erdhej çêbû.
Hat diyarkirin erdhej 6,94 kîlometre di bin erdê de qewimiye.
Parêzgarê Meletiyê Aydin Baruş jî derbarê erdheja li Meletiyê de got ku heta niha agahiyeke neyênî negihiştiye wan.
Ji ber erdhejê li navçeyê, xelk ji mal û dikanên xwe derketin kuçe û kolanan.
Herwiha erdhej li bajarên Dîlok, Riha û Semsûrê jî hat hîskirin.