Umran Mensûr: Ti pêşketin di karê Komîteya Destûrê de çênebûye
Mafnas Umran Mensûr li ser civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê yên li Cinêvê axivî.
Hewlêr (K24) – Mafnas Umran Mensûr li ser civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê yên li Cinêvê diyar kir: “Ev sê sal û nîv e, komîte çêbûye, niha jî cara çarem li hev rûdinin, karê ku dibe, weke karekî kontrol dike merhela siyasî ji Sûriyê re, ew bi xwe tiştekî li hev zêde nake.”
Mafnas Umran Mensûr ji bajarê Bergen ê Norwecê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê ku li Cinêvê bireve diçe, bersiv da pirsên Cemal Batun.
Umran Mensûr bal kişande ser danûstandinên Komîteya Destûrî ku bû demeke dirêj tê lidarxistin û got: “Ev sê sal û nîv e, ev komîte çêbûye, niha jî cara çarem li hev rûdinin. Ev karê ku dibe, weke karekî kontrol dike merhela siyasî ji Sûriyê re, ew bi xwe tiştekî li hev zêde nake û li hev rûdinin ji bo ku merhela siyasî, karê siyasî berdewam bike.”
Mensûr diyar dike ku gerên Cinêvê tenê ji bo wê yekê tê kirin ku bibêjin mijara Sûriyê hîn di bala me de ye û got: “Ev sîstem hatiye danîn ku Sûriye tim li ser hêviyê be, li ser hêviyekê ku dê tiştekî bibe.”
Umran Mensûr destnîşan dike: “Em li benda Serok Biden in, ku were çareyeke birastî, ji dilekî rast, ji Sûriyê re û ji vî miletê Sûrî re deyne.”