Li rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê belav kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 115 haletêm pêketinê jî hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, ragihand, di 24 demjimêrên borî de mêrekî li Qamişlo û jinekê li Şehbayê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 115 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin. Ji wan 73 mêr in û 42 jî jin in.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser eşkere kir jî, 14 nexweşên Koronayê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7179 kesan, ji wan 200 kesan canê xwe ji dest dane û 1051 kes baş bûne.
Ev amar di demekê de ye, Rêveberiya Xweser qedexeya sînordarkirî ji bo 15 rojan li seranserî rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser ragihand.