Kurdistan24 li Kerkûkê dosyeyeke hestiyar a Kompaniya Petrolê ya Bakur vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rapora televîzyona Kurdistan24ê ya derbarê kêmbûna berbiçav a hejmara karmendên Kurd li Kompaniya Petrolê ya Bakur, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ket tevgerê û ragihand ku ji bo gotûbêjkirina vê nehevsengiyê dê serdana rêveberiya kompaniyê bê kirin.

Li gorî rapora peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kamaran, ji nava 15 hezar karmendên Kompaniya Petrolê ya Bakur, tenê ji sedî 2yê wan Kurd in. Ev cudakarî di demekê de derdikeve holê ku nifûsa Kurdan li Kerkûkê zêdetirî ji sedî 50 ye.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ji Kurdistan24ê re got: "Me rapora Kurdistan24ê dît û em ê vê nehevsengiya heyî di dema serdana xwe ya bo Kompaniya Petrolê ya Bakur de bixin rojevê. Ev rapora we dê bibe bingeha gavên me, ji ber ku lêkolîn û şopandinên me jî piştrast dikin ku hejmar û amar bi heman awayî ne."

Mecîd her wiha destnîşan kir ku ev nehevsengî ne tenê di asteke diyarkirî de ye, belku ji rêveberî û desteyên bilind heta yekîneyên îdarî, li hemû beşên kompaniyê ev pirsgirêk û cudakarî heye.

Li hember vê rewşê, xelkê bajêr jî nerazîbûna xwe nîşan dide. Welatiyekî Kerkûkê yê bi navê Westa Hemîd Celal ku bi pîşeya nanpêjiyê debara xwe dike, bal kişand ser girîngiya hevgirtina aliyên Kurdî û got: "Eger Kurd yekdest û hevgirtî bin, dikarin guhertinê bînin holê û aliyên din neçarî lihevkirinê bikin."

Westa Hemîd derbarê cîbicînekirina Madeya 140î ya destûra Iraqê de jî rexne li nakokiyên navxweyî girt û got: "Ji ber ku em ne xwedî yekrêziyê ne, aliyên din bêmînet in û guh nadin mafên me."