Tevgera Nuceba ya Iraqê gefa tolhildaneke giran li Amerîka û Îsraîlê xwar

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Nuceba ya Iraqê bi daxuyaniyekê dawî li hemû nîqaş û pêşbîniyên derbarê helwesta xwe de anî û bi awayekî aşkere pabendbûna xwe bi stratejiya "yekîtiya qadan" û rêbaza Eniya Berxwedanê ragihand. Tevgerê her wiha gefa tolhildaneke tund li hêzên Amerîka û Îsraîlê xwar.

Li gorî daxuyaniya Tevgera Nucebayê, tekezî li ser naveroka peyama Mucteba Xameneyî hatiye kirin ku tê de pesnê xweragirî û yekrêziya eniyên berxwedanê li seranserê herêmê hatibû dayîn.

Tevgera Nucebayê destnîşan kir ku ew ê li ser rêbaza Elî Xameneyî û serkirdeyên din bi biryardarî bimînin û ji bo bersivdayîna her pêşveçûn û guherîneke li navçeyê, di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, koma çekdar a Iraqî hişyariyeke tund da Amerîka û Îsraîlê û ragihand: "Piştî wan şikestin û xisarên ku bi ser wan de hatine, divê li hember xwîna serkirde, zarok û xelkê bêguneh, li benda tolhildaneke giran ji aliyê lawên berxwedanê ve bin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Nucebayê niha di asta herî bilind a hêz û amadehiyê de ne û ti givaş, fîtne û aloziyên siyasî yan leşkerî nikarin wan ji wê rêbaza ku dane ber xwe paşve bixin.