Li Stenbolê qedexeyên hatiçûyê û rewşa koronayê!

Li Stenbolê qedexeyên hatiçûyê û rewşa koronayê!

Qedexeya hatiçû û kontrola polîsan, Stenbol.
Qedexeya hatiçû û kontrola polîsan, Stenbol.

Stenbol (K24) - Piştî 6 mehan Serokkomariya Tirkiyeyê careke din ji bo pêşîlêgirtina vayrosa coronayê bo 2 rojan biryara derketina qexeya kolanan ragihand. Ev biryara ku ji bo 81 bajarên Tirkiyê hate ragihandin, wê heta 5 serê sibeha roja duşembê berdewam be. Ji bilî 4 milyon û nîv xebatkarên li Stenbolê 11 milyon nîvê wê, dê pabendî biryarê bin, yên ku pabend nabin jî tên sizadan. Di van rojên qedexeyê de Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê jî lez da xebatên xwe yên paqijiyê. Xebatkarê Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê Muharrem Damlica diyar dike, ew karê xwe yê rûtîn dikin, lê heta welatî û civak xwe bi xwe bergiriyên xwe ranegire dewlet her roj jî biryara qedeyan ragihîne wê tû feydeya wê nîn be.

Xebatkarê Paqijiyê ya Şaredariya Stenbolê Muharrem Damlica ji Kurdistan24 re dibêje, "Em karê xwe dikin ji bo me ev roja qedeyê ji rojên din ne cûdatir e. Em kedekê didin û xizmeta gel dikin. Feydeya van qedexeyan heye hem em karin xwe baştir bikin eh jî welatî xwe ji nexweşînê diparêzin. Lê welatî divê ne li ser hişyariyên dewletê xwe bi xwe bîra tevdîran bibe û bergiyên xwe ragire. Eger civak pabendî pîvanên pêdiviyên tendûsitiya jiyana xwe nebe, heta êvarî bila qedexe bên ragihandin wê tû feydeya wê nîn be."

Li gorî pisporan di serdema Vayrosa Coronayê de paqijiya bin erdî ya qanalên Stenbolê jî giring e, eger paqîjî neyê kirin, mimkûn e nexweşîn li civakê belav bibin. Ji bo vê yekê jî tîma paqjiya kolektorê ya İSKİya Şaredariya Mezin ya Stenbolê di roja qedexeya derketina kolanan de li ser kar bû. Operatorê Kombîneyê ya wesayîta Kollektorê Hasan Huseyîn Kiliçarslan dibêje; karê wan gelekî bi rîsk e, ji ber ku di qanalên ku firehiya wan 2 metro û nîv e de gelek wayros hene, ji bo ev wayros li nava bajêr belav nebin paqijiyê dikin digel tevdîrên berfireh ku ragirtine.

Operatorê Kombîneyê yê Şaredariyê Hasan Huseyîn Kiliçarslan dibêje, "Em dû wesayîtan baqijiya bin erdî dikin ya qenalan. HebÛna biryara qedexeyê karê me hêsantir dike ku em nexweşîn û wayrosên bin erdê paqij bikin da xwe li welatiyan negire. Bi salan e ew qirêjiya ku di qanalên bin erdî de li ser hev kom bûye bi saya vê xebatê û nebûna trafîkê paqij dikin. Ji bo me jî rîskek mezin ji ber ku gelek wayros hene di nava van qenalan de ku firehiya boriyên wê 2 metre û nîve, lê em tevdîrên xwe radigirin û xebatên xwe wisa berdewam dikin."

Pêşî ji bo kesên temenê wan di ser 65 salî de ye û ciwanên ji 20 salî biçûktirin, di meha Sermawezê de biryara qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Bi rêya vê biryarê zêdetirî 34 milyn welatî ji kolanan hatibûn vekişandin. Lê ji ber ku hejmara pêketiyên vayrosa coronayê her zêde bûn û pêşî li ber nehate girtin, hikûmeta Tirkiyê çarçoveya biryaran berfirehtir kir û heta fermaneke dûyemîn, nava hefteyê ji 9ê êvarî heta serê sibehê saet 5an û ji sedî sed ji ji bo 2 rojên dawiya hefteyê biryara qedexeya kolanan ragihand. Ji bo vê jî li her xalên bajêr hêzên asayîşê kontrolê dikin da welatî pabendî biryara qedexeyê bin. (Nûçe: Azad Altun, Kamera - Montaj: Mahmut Kaplan)