PDK û YNKê tekeziyê li yekhelwestiyê dikin

Civîna PDK û YNK
Civîna PDK û YNK

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî civîna îro ya şandeya PDK û YNK'ê li Silêmaniyê, daxuyaniyek hevbeş belav kirin û tê de tekezî li girîngiya encamdana civîna sêalî ya di navbera aliyên pêkhêner ên Hikûmetê kirin.

Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de, di civînê de guftûgo derbarê pêwendiyên herdu aliyan, rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê de hate kirin.

PDK û YNKê, civîna sêalî ya PDK, YNK û Tevgera Gorranê bi girîngî û pêwîstî ji bo vê qonaxê zanî, ji bo yekhelwestî û berevanîkirina li mafên gelê Kurdistanê li Iraqa federal, bi taybet derbarê pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.

Herwiha piştevanîkirina li pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê danûstandina li ser pirsa yasaya budce û wergirtina qerz ji bo dabînkirina mûçeyên welatiyên Kurdistanê û pirsa budceya sala 2021an bi pêwîstî zanî.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, roja Sêşema bê civîna sêalî ya di navbera PDK, YNK û Tevgera Gorranê de tê girêdan.

Îro şandeyeke PDKê ku sardana bajarê Silêmaniyê kiribû û ligel Polîtburoya YNKê civiya bû.