Li Tirkiyê 235 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 235 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 235 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 16 hezar û 881 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 15ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 32 hezar û 102 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 5 hezar û 105 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 1 milyon û 898 hezar û 447 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 29 hezar û 247 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 1 milyon û 661 hezar û 191 kesan.