Li rojavayê Kurdistanê 7 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 48 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 38 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 9 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7581 kesan, ji wan 1087 kes baş bûne û 241 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.