Li cîhanê hejmara pêketiyên koronayê 73 milyon kesan derbas kir
Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) li seranserê cîhanê 73 milyonan derbas kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) li seranserê cîhanê 73 milyonan derbas kir.
Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 73 milyon û 845 hezzar û 111 kes bi vîrusa koronayê ketine.
Vîrusa koronayê herî zêde li Amerîkayê hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketiyan zêdetirî 17 milyon û 143 hezar û 779 kesan.
Li dû Amerîkayê, bi 9,9 milyon pêketiyan Hindistan, li dû wê jî bi 6,9 milyon pêketiyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa koronayê li temamê cîhanê 1,630,211 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Amerîka bi 302,294 mirinên ji vîrusa koronayê li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 181,835 mirinan Brezîlya heye.
Vîrusa koronayê di dawiya sala 2019an de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbasî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 94,525 kes bi vîrusa korona ketine û 4,756 kes bi wê mirine.