Parlamentoyê bûtçeya hilbijartina pêşwext pesend kir
Meha Xezîrana li pêş me li Iraqê hilbijartinên pêşwext dê pêk werin. Ji bo xercên hilbijartinan parlamentoyê 329 milyar dînar pesend kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamentoya Iraqê projeyasaya dabînkirina xercên hilbijartinên pêşwext pesend kir.
Meha Xezîrana li pêş me li Iraqê hilbijartinên pêşwext dê pêk werin. Ji bo xercên hilbijartinan parlamentoyê 329 milyar dînar pesend kir.
133 milyar dînar û 300 milyon dînar ji aliyê hikûmeya Iraqê ve dê ji bo komîsyonê bin.
Da ku 195 milyar û 700 milyon dînaran deyn bike wezîrê darayî wekî serpereşt hat destnîşankirin. Wezîrê darayî dikare vî pareyî ji nav Iraqê yan jî ji dervey Iraqê bi deyn bike.