Wezareta Tendirustiyê amarên herî dawî yên koronayê ragihand
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 215 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 215 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 215 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 47 kes li Hewlêrê, 45 kes li Silêmaniyê, 114 kes li Duhokê û 9 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand; 8 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêr, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes jî li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 256 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 114 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 114 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 12 kes li Germiyanê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 101387
Mirin: 3328
Başbûn: 66120
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.