Şîrovekirin ji bo pirtûka jînenîgariya şehîd Diktor Seîd Çurukaya hat kirin

Bi amadebûna nivîskar û wêjevanên ji başûr û bakurê Kurdistanê û pisporên dîroka kurdan, şîrovekirin ji bo pirtûka jînenîgariya şehîd Dr. Saîd Çurukaya" hate kirin.

Pirtûka  jînenîgariya şehîd Diktor Seîd Çurukaya
Pirtûka jînenîgariya şehîd Diktor Seîd Çurukaya

Hewlêr (K24) – Bi amadebûna nivîskar û wêjevanên ji başûr û bakurê Kurdistanê û pisporên dîroka kurdan, şîrovekirin ji bo pirtûka jînenîgariya şehîd Dr. Saîd Çurukaya" hate kirin ku bi her du zimanên tirkî û kurdî çap bûye. Nivîskarek di wê baweriyê de ye ku ev pirtûk ne tenê jînenîgariya şehîd e, lê dîroka jiyana 100 salî ya kurdan tê de hatiye vegotin. Hevalekî şehîd Saîd jî behsa têkoşîna wî û pêwendiya wî bi başûrê Kurdistanê re dike.

“Me Kilîta Çiyê Winda Kir” navnîşanê wê pirtûkê ye. Naveroka wê jî vejandina jiyana şehîd Saîd e ku bi navê Silêman tê naskirin. Nivîskar û romannivîs Selîm Çurukaya di vê pirtûkê de behsa awayê jiyanê û qehremaniya şehîd û rola wî ya di qadên şer û parastinê de kiriye. Rizgar Kistayî jî nivîskarekî kurd e û ew pirtûk xwendiye, di wê baweriyê de ye ku ev pirtûk ne tenê jînenîgariya şehîdekî ye, belkû di heman demê de vegotineke dîroka neteweyekê ye, ew jî wek amajeyek bo netewa kurd e.

Ew nivîskar dibêje: "Di dema xwendina vê romanê de, mijara sereke ya diktor Seîd e, lê derdora wê naverokê jî, deh romanên din tên xwendin. Ji aliyê guhertinên civakî, jîyan û neteweyî ve Kurd di romanê de nîşan dide û behsa bandorên olî yên wê demê û vê demê dike. Behsa serederiya dewlet bi xelkê re dike. Ji wê jî wêdetir, ev romanê bi awayekî wêjeyî ya bilind hatiye nivîsandin.”

Nivîskarê vê romana biyografîk, ji bo navnîşana pirtûkekê sûd ji çîrokeke kevin a bakurî Kurdistanê wergirtiye, romanekê jî bi wê dest pê dike ku tê de DAIŞ êrîşî Şingalê dike û şehîd Saîd ji Almanya vedigere Kurdistanê ji bo ku bi xwebexşane beşdarî şer bibe. Di vê romanê de behsa Bapîrê şehîd dike ku çawa diçe Rûsya û şehîd dibe. Ebdulxaliq Babirî  ku hevalekî nêzîk ê şehîd Seîd e behsa qehremaniya Şehîd Saîd dike û dibêje: "Dr. Silêman biryar da ku ji Almanyayê vegere başûrê Kurdistanê û rojane di sengeran de serkirdeyekî şer bû, dikaribû gelek tiştên mezin bike, Pêşmerge perwerde dikirin û ji bo rûbirûbûna dijminan amade dikirin û bi berdewam xebatên xwe li ser bilindkirina morala Pêşmerge dikir. Di heman demê de, di sengerên şer de, bi riya pûçkirina teqemeniyên DAIŞê, metirsiyên li ser riya Pêşmergeyan radikirin."

Pirtûka “Me Kilîta Çiyê Winda Kir” bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin û bi zaravayê kurmancî hatiye wergerandin û biryar e di pêşerojeke nêzîk de bi zimanê fransî, ingilîzî, erebî û zaravayê soranî jî bê belavkirin. Ew roman bi awayekî hat şîrovekirin ku carinan dîrokî û carna jî biyografîk û polîtîk e, bi vê yekê jî rê li ber rexnegirên wêjeyî vedike ku cureyê wê diyar bikin.