Li Stenbolê dikandarên Kurd di rojên zor û zehmet re derbas dibin
Esnafên li Fatîha Stenbolê ku piraniya wan Kurd in baweriya wan bi alîkariya desthilatê nayê.
Stenbol (K24) - Ji ber proseya pandemiyê wek esnafên Tirk, esnafên Kurd jî di rojên zor û zehmet re derbas dibin. Esnafên li Fatîha Stenbolê ku piraniya wan Kurd in baweriya wan bi alîkariya desthilatê nayê û dibêjin, jiber ku desthilat nikare alîkariya xwe bike wan ti hêvî jê nemaye, loma Kurd xwe bi xwe mil didin hev û hewl didin ji bin vî barê giran û îflasê rabin.
Bajarê Stenbolê yek ji bajarê herî mezin yê Tirkiyê ye. Serjimêra wê 16 milyon e û ji ber ku nêzîkî 5 milyon Kurd lê dijîn wek bajarê herî mezin yê Kurdan jî tên binavkirin.
Wek civakên din, gelek welatî û esnafên Kurd yên li vî bajarî dijîn jî di proseyeke xedar re derbas dibin. Bihabûna jiyanê, bilindbûna nirxê dolar û zêr nebûna kar û qedexeyên heyî yên ji ber pandemiyê darbeya herî mezin li esnafan dixe.
Esnafê Kurd yê li Fatîha Stenbolê Umît Încel ku ji bajarê Mûşê ye radigihîne; reşwa esnafan jî welatiyan jî nebaş e. Ew bi saya mildayîna Kurdan di vê bazarê de li ser piyan dimînin. Ji ber vê hevkariya Kurdan ya di vê proseya pandemiyê de gelekî şanaz in. Lê ji ber guhkeriya hikûmetê jî bi gazind in ku mil nade wan.
Dikandarê Kurd Umît Încel ji Kurdistan24ê re diyar kir: "Ev 20 sal in em divê bazarê de ne. Gelek Kurd alîkariyê didin me. Çawa didin? Xwedê ji wan razî be, dibêje ev berhem yên min in. Bibe here bifroşe, tu kengî xwe rast dikî paşî pereye wê bide. Ji vî alî ve gelekî xweş e û Kurdên me gelekî baş in, Xwedê ji wan razî be. Hikûmet ti alîkariyê bi me nake nikare alîkariya xwe bike çawa alîkariya me bike?"
Hin esnaf jî hene kêm be jî ji rewşê xweş hal in. Rêbaz Nejat Îsmaîl yek ji wan e ku ji peytaxta başûrê Kuristanê bajarê Hewlêrê ye û dide zanîn, ew mûçeyê xwe werdigirin ligel vê proseya pandemiyê jî. Lê dema desthilat baştir mil bide, wê her tişt hîn baştir û asantir bibe. Ew dibêje; ev bazar ya Kurdan e, hemû berhemên vê derê li gor tama devê Kurdan e, loma her Kurdekî ji Rojava û Bakur li Stenbol e, tê û hemû pêdiviyên xwe yên xwarinî ji vê derê peyda dike biqasî karina xwe.
Rêbaz Nejat îsmaîl destnîşan dike: "Ew roja ku karantîna heye berî wê xelk tê pêdiviyên xwe dikire û amadekariya xwe dike. Ev bazara li vê derê hemû Kurd in esnaf jî welatî jî. Xelkê rojava heye, xelqê Sêrtê heye li van deran dadinîşin. Biqasî qeweta xwe xelqê Rojava, Kurd û Kurmanc tên dikanên vê bazarê û ji we re, penîr, goşt, hingiv û cureyên din dikirin."
Ji ber bandora nebaş û nebûna kar ya di proseya pandemiyê de gelek esnafên li Stenbolê hatine ber îflasê, hikûmetê jî ji ber ku pêşî li ber vê yekê bigire biryar ragirtibû ku 750 lîreyan alîkariya kiriya dikanê bide esnafan. Ne tenê esnafên Tirk di heman demê de esnafên Kurd yên li vê bazara Fatîhê ne dibêjin, ji bo wan heta niha ti alîkarî nehatiye dayîn û baweriya wan jî bi van sozên alîkariyê êdî naye.