Li rojavayê Kurdistanê 4 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 79 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19ê
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 79 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 79 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 6 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 10 kes li Dêrikê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanî, 27 kes li Tebqayê, 10 kes li Reqayê û 10 kes jî li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 8 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7777 kesan, ji wan 1102 kes baş bûne û 259 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.