Parêzgariya Diyarbekirê: Vîrûsa Koronayê li Diyarbekirê %70 daketiye
Di beşên lezgîn ên nexweşxaneyan de jî rêjeya tijebunê daketiyê %29ê
Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Diyarbekir ragihand ku bi standina bergiriyên dawî li Diyarbekirê pêşketinên dilxoşker derketin holê û pêketina vîrusa Koronayê %70 daket. Herwiha di beşên lezgîn ên nexweşxaneyan de jî rêjeya tijebunê daketiyê %29ê.
Parêzgeriya Diyarbekirê rewşa dawîn a vîrûsa Koronayê ya Diyarbekir de agahiyên nû yên dilxoşker parve kir.
Parêzgerî amaje dike ku bi bergiriyên herî dawî hatin standin ku 17ê Mijdara 2020an ketibûn meriyetê de li Diyarbekirê rêjeya tuşbûna vîrusa Koronayê %70 daketiye û her wiha rêjeya tijebûna beşên lezgîn ên nexweşxaneyan jî daketiye %29an.
Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu da zanîn ku wan di serdema bergiriyan de bo 2 hezar û 761 esnafên ku dikanên wan girtî ne 1500 lîreyê tirkî piştgirî daye û bo 7 hezar û 362 kesên ku di van dikanên girtî de kar dikin jî alîkariya xurek û pêdiviyên jiyana rojane dane.