Rêxistinên tendirustiyê piştgiriya vaksînkirinê dikin
Li Diyarbekirê ji aliyê Jûra Bijişkan a Diyarbekir û Platforma Tendirustiyê ya Diyarbekirê ve civîneke hevpar a çapemeniyê hat li darxistin.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê Jûra Bijişkan a Diyarbekir û Platforma Tendirustiyê ya Diyarbekirê ve civîneke hevpar a çapemeniyê hat li darxistin. Di civînê de hat amajekirin ku ew wek rêxistinên tendirustiyê piştgiriya pêvajoya vaksînê dikin.
Derbarê destpêkirina pêvajoya vaksînê ya li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê de Li Diyarbekirê ji aliyê Jûra Bijişkan a Diyarbekir û Platforma Tendirustiyê Ya Diyarbekir ve civîneke hevpar a çapemeniyê hat li darxistin.
Di civînê de Seroka Jûra Bijişkan a Diyarbekir Bijişk Elîf Turan anî zimên ku ew wek tendirustkaran piştgiriya pêvajoya vaksînkirinê dikin û bang kirin ku herkes bila vaksînê li xwe bide.
Tendirustkaran amaje kirin ku di tekoşîna hember vîrusa Koronayê de rêbaza herî bibandor vaksîn e û bila xelk bi guman li vaksînê nenêrin.
Endamê Rêvebriya Navendî ya Jûra Bijîşkan a Tirkiyeyê Bijişk Halîs Yerlîkaya jî amaje kir hêviya wan ew e ku pêvajoya vaksînkirinê bi awayekî rêkûpêk û zelal bimeşe û herwiha vaksîn bi awayekî dadperwerane li nava civakê were parvekirin.