Pentagon: Ne dûr e şerekî nukleerî bi Rûsya yan bi Çînê re rû bide
Berpirsekî Pentagonê dûr nabîne ku şerê nukleerî bi Rûsya yan jî Çînê re derkeve.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fermandariya Stratejîk a Amerîka Admîral Charles Rîchard diyar kir ku ew dûr nabîne ku şerê nukleerî bi Rûsya yan jî Çînê re derkeve.
Admîral Charles Rîchard di gotareke xwe ya ji bo kovara Enstîtuya Deryayî ya Amerîka de diyar kir ku ji dema hilweşîna Yekîtiya Soviyetê, Pentagonê nedidît ku rûbirûbûna leşkerî ya yekser a bi hêza nukleerê re rû bide, lê belê niha rewş hatiye guhartin.
Wî berpirsê Pentagonê got: “Egereke rasteqîne heye ku krîza herêmî bi Rûsya yan bi Çînê re gurtir bibe û bilez bibe şerek ku tê de çekên nukleerî bi kar bên.”
Wî rayedarî got: "Di dema ku Pentagon bal kişandiye ser li dijî terorê, Rûsya û Çîn li dijî pîvanên navneteweyî, dest bi cibicîkirina polîtîkayên dijminane kirine."
Admîral Charles Rîchard amaje bi wê da, “Divê ev kiryarên ji aliyê Rûsya û Çînê ve, bê karvedan ji aliyê Washingtonê ve derbas nebin. Tekez kir jî, divê ev pêngava wan were pûçkirin, heger wiha nebe, dê bifikirin ku Amerîka nikare bersivê bide.”
Ev di demekê de ye, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja 27 meha borî di konferansa Aboriya Cîhanê li Davosê de ku bi riya fîdyo beşdarî wê bûbû got ku, ew bawer nake ku şerekî cîhanî yê sêyemîn rû bide, tevî ku nakokî rojane li cîhanê zêde dibin. Heger tiştekî wiha rû bide, dê dawiya şaristaniya mirovahiyê be.