Bi wêne.. Li Misirê mûmyayek bi zimanê zêrîn hat dîtin
Şûnwarnasên ku li Perestgeha Taposîrîs Magna ya li Misirê lêkolîn dikirin, çend mûmya dîtin ku yek ji wan zimanê wî ji zêr hatiye çêkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şûnwarnasên ku li Perestgeha Taposîrîs Magna ya li Misirê lêkolîn dikirin, çend mûmya dîtin ku yek ji wan zimanê wî ji zêr hatiye çêkirin.
Tîma şûnwarnas a Misir – Domînîkê ku mûmya dîtin, wisa texmîn dikin ku ew kes dema miriye, kesên ku ew mûmya kirine, zimanê wî birrîne û zimanekî zêrîn li şûna zimanê wî danîne, da ku bikare di jiyana dawî de bi xwedawend Ozîrîs biaxive.
Li gor baweriya Misriyên berê, Ozîrîs fermanrewayê jiyana dawiya mirinê ye û li cem wan yek ji xwedawendên herî girîng e.
Di van lêkolînan de 16 mûmya hatine dîtin, ku li gor nêrîna şarezayan, du hezar sal berê, li wê derê hatine veşartin.
Her çiqas beşeke mûmyayan têkçûbe jî, maskeyên bi kevir li ser rûyên wan hebûne û dibe ku ew maske li ser şêweya rûyê her yek ji wan hatibin çêkirin.





