Mesrûr Barzanî pêşwazî li bijîşkê dahêner ê kurd Azad Necar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li bijîşkê kurd Dr. Azad Necar kir ku xwedî çendîn danênanên di warê bijîşkî de ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li bijîşkê kurd Dr. Azad Necar ê nîştecîhê Swêdî kir ku xwedî çendîn dahênanên di warê bijîşkî de ye, ji wan ya herî girîng jî dilekî destkird e.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li Dr. Azad Necar kir û pesnê dahênerên kurd da û destnîşan kir ku cihê şanaziyê ye bijîşkekî kurd bi riya dahênanekê bikare li ser asta cîhanê wê destkefta girîng bi dest bîne û hêviya serkeftinê jê re xwast di xizmetkirina mirovahiyê de.

Dr. Azad Necar spasiya piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û amadehîya xwe jî bo xizmetkirina Kurdistanê bi her awayî û bi taybetî di warê tendirûstî û pêşxistina dahênan de da xuyakirin.

Fly Erbil Advertisment