Zal Tokûr ê kêmendam muzîkjenî û karsaziyê dike
Zal Tokûr di 5 saliya xwe de bi nexweşîya menejîtê dikeve û kerr dibe.
Diyarbekir (K24) – Zal Tokûr li Licê ya navçeya Diyarbekirê jidayîk bûye. Di 5 saliya Zal de nexweşîna menejîtê lêdixe û wî kerr dike, piştî ku di 18 saliya xwe de dibihîze pê ve jî berê xwe dide muzîkê û niha karsazî û çêkeriya film û muzîkê jî dike. Zal tîne ziman ku wî her tim hewla xwe ji bo başbûyînê daye û divê mirov ji bo hêviyên xwe her hewlan bidin.
Zal Tokûr, bi navê xwe yê fermî Nasir Tokûr ku niha 42 salî ye, ji 5 saliya xwe heta 17 saliya xwe, ji ber nexweşîna menejîtê li guhên wî dixe herdû guhên wî jî nebihîzin. Nexweşîn tenê wî kerr nake, heman wext tenduristiya wî jî xirab dike û di 17 saliya xwe de, ji ber nexweşîna guhên xwe 8 meh ji ser hişê xwe diçê û li nexweşxaneyê piştî 8 mehan ku emeliyata guhên wî tê kirin baş dibe.
Zal Tokûr piştî li nexweşxaneyê tê ser hişê xwe êdî 18 salî ye û cîhazekî ji 46 programa pêkhatî di guhên wî de hetiye bi cîh kirin. Yanî bi awayekî elektronîk be jî bi piştgiriya cîhazên bihîstinê dibihîze. Tokûr balê dikşîne ku ji ber 12 sal kerr maye, ew zimanê laşî jî baş dizane û ew jî ji buye taybetiyeka wî.
Muzîkjen Zal Tokûr ji K24ê re got: "Vî guhê min ji %90 kerr bû, vî guhê min jî ji %85 ker bû. Yanî heta 17-18 saliya min deng nedihatin min. Ez nêzîkî 6 salan li nexweşxaneyan mam û 8 meh jî li ser hişê xwe nebûm. Piştî 8 mehan min çavên xwe vekir ku destên min di destên bav û dayîka min de ye û li ser min digiriyan. Yanî wek mûcîzeyeke xwedê bû."
Zal Tokûrê ku birayê 17 xuşk û biraya ye, 11 ji wan bira, 6 xuşk in, tîne ziman ku ew bi saya hewldanên bavê xwe tedawiyeke baş buye, lê piştî ku bi muzîkê re hevnas dibe, baştir û tenduristtir dibe. Zal bi nasekî xwe yê Muzîkjen re bala xwe dide mûzîkê û heta niha 3 album derxistiye.
Zal Tokûr di salên dawî de dest bi ramedanên aborî jî kiriye û hem li 5 fabrîqeyan ramedan kiriye, hem jî xwediyê companya çêkirina fîlman e.
Zal Tokûr diya dike: "Ev 10-12 sal in muzîk li Tirkiyeyê bi giştî û li herema me jî dir ewşeke ne baş de ye. Hinek proje û xeyalên min hebûn. Min got ku xwedê bibêje herê ez di wan proje û xeyalên xwe de dixwazim biser bikevim û min dest avêt karsazî. Ez 2-3 sal berê ji stembolê hatim û min navberekî da karê muzîkê. Ez hatime Diyarbekirê û li bajarê me feqîrî heye. Kar tune û peyda kirin zehmet e. Loma jî min xwest deriyekî vekim û niha teqrîben 150 kes li kargehên me kar dikin. Yanî êdî ezê hem muzîkê, hem sînemayê û hem jî vî karê bihevre bimeşînim."
Şirîkê Zal Tokûr Weysî Îletilmîş jî balê dikşîne ku Zal ji ketin û rabûnê hatiye û tîne ziman ku ew bi malbatî hev nas dikin û dê bihevre hem ji bo xwe, hem jî ji bo bajar û welatiyên xwe derfetên baş peyda bikin.
Weysî Îletilmîş dibêje: "Em ji zû ve hevûdu nas dikin. Ez ji bajarê Mêrdînê me û li vê derê xebatên me hebûn. Em dibêjin ku kî ji bo bajêr xwe bipêş bixe, derfet û karan peyda bike û bikare nan bide welatiyan ew qadirgiran in. Zal jî hem li derveyî bajêr û li bajêr jî her hewla ku qenciyan ji bo derdorê xwe bike daye."
Zal Tokûr heta niha ji 100'î zêdetir beste û sitran çêkiriye û tîne ziman ku wî zarokatiya xwe wek berastengekî derbas kiriye, lê her tim hewla xwe ji bo ku astengiyan ra bike daye û dê heta ku xeyalên xwe şênber bike jî hewldan û xebatên xwe bidomîne.