Mesrûr Barzanî: Hikûmet bi biryar e çaksaziya îdarî û darayî berdewam bike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serperiştiya civîna Komîteya Bilind a Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serperiştiya civîna Komîteya Bilind a Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê kir.
Di civînê de, guftûgo derbarê pêngavên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê yên mûçe, dermale, bexişîn, îmtîyazat û xaneşînê di wezareta sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hetin kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, armanca ji çaksaziyê, bicihanîna dadperwerî û parastina mafên xelkê ye. Tekez kir jî, çaksazî proseyeke berdewam e û tevahiya sektoran li xwe digire û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi biryar e çaksaziya îdarî û darayî berdewam bike û rê li ber gendelî û firêdana samanên giştî bike.
Di civînê de Sekreterê Komîteya Bilind a Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê Ebdulhekîm Xesro pêngavên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê pêşkêş kirin. Piştre wezîrên pêwendîdar li gor taybetmendiya xwe, raporên xwe yên li ser pêşveçûnên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê bi hejmar û zanyariyên pêwîst pêşkêş kirin ku taybet bûn bi babetên pêwendîdar ên mûçe, îmtîyazat, xaneşîn, rêkxistina hêzên Pêşmerge û nehîştina rûtin di sazî û dezgehên Hikûmetê de. Piştî guftûgokirinê, biryar hat dayîn hejmarek rasperde li ber kombûna Encûmena Wezîran bên danîn, bi armanca temamkirina pêngavên cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê.