Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Xwendekaran û Lawan dibistanek ji bo pêgehandina çendîn serkirdeyên jêhatî bûn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Berpirsa Desteya Rêxistinên Cemawerî û Pîşeyî yên PDK û her du sekreteriya Xwendekaran û Lawan kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsa Desteya Rêxistinên Cemawerî û Pîşeyî yên PDKê û her du sekreteriya Xwendekaran û Lawan kir.
Di destpêka hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 68emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Outabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, pîrozbahî li her du rêxistinan kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê di karên wan de ji wan re xwast.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê da, her du rêxistin di qonaxên cuda ên şoreş û têkoşîna tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de, roleke wan a girîng û pîşeyî hebû û xwedî dîrokeke geş in û bûne dibistanek bo pêşgehandina çendîn serkirdeyên jêhatî û bi karîn ku xizmeteke girîng bo Kurdistanê kirine.
Mesrûr Barzanî tekez li ser wê kir ku divê yekîtiyên xwendekaran û lawan, bi giyaneke afirîner berdewam bin li ser rola xwe ya pêşeng, ji bo girîngîpêdana bi hizrê nîştimanperwerî û pêşvebirina karînên xwe bi sûdwergirtin ji pêşkeftinên serdemê, da ku bikaribin bi baştirîn awa xizmeta Kurdistanê bikin.
