Deriyê Sînorî yê Serzêrê li ber hatûçûna geştyaran hat vekirin
Deriyê Sînorî yê Serzêrê yê li sînorê navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê, li ber hatûçûna geştyaran ligel welatê Tirkiyê, hat vekirin.
Hewlêr (K24) – Deriyê Sînorî yê Serzêrê yê li sînorê navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê, li ber hatûçûna geştyaran ligel welatê Tirkiyê, hat vekirin.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro pêncşemê 18ê Sibata 2021ê de bi daxuyaniyekê ragihand; ji roja derketina vê biryarê ve ev biryar tê cîbicîkirin û êdî geştyar dikarin ji deriyê sînorî hatûçûnê bikin.
Deriyê Sînorî yê Serzêrê li navçeya Amêdiyê ye û li aliyê din ê Bakurê Kurdistanê hevsînorê bajarê Colemêrgê ye û êdî geştyar dikarin bi wî deriyê sînorî hatûçûnê bikin.