Endamê Şanda PYNKê: Pêşmergeyê Roj li cem me cihê rêzê ye

Endamê şanda PYNKê ya diyaloga Kurdî -Kurdî Salih Gedo ragihand, divê daxuyaniyên ragihandinê yên li dijî hevdu werin rawestandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê şanda PYNKê ya diyaloga Kurdî - Kurdî Salih Gedo ragihand, divê daxuyaniyên ragihandinê yên li dijî hevdu werin rawestandin û Pêşmergeyên Roj li cem me cihê rêzê ne.

Sekretêrê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê û endama şanda PYNK Salih Gedo beşdarî bultena K24ê bû û bersiva pirsên bêjer Cemal Batun ên derbarê danûstandinên di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de dan.

Salih Gedo li ser pirsa zemîneya destpêkirina danûstandin de ragihand: “Gavên baş di diyaloga Kurdî – Kurdî hatin avêtin, wek lihevkirina li ser nerîna siyasî ya hevbeş avakirina Lêvegera Kurdî a Bilind. Kurd li Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û tiştê ku berjewendiya kurdî di vê qonaxê de biparêze, yekrêziya kurdî ye.”

Herwiha got: Em hêvdar in bi qonaxa sêyemîn, danûstandinên yekrêziyê bi serkeftin bi dawî bibin. Divê jî her du alî astengiyan çênekin. berpirsyariya mezin jî li ser milê ENKS û PYNKê ye.”

Derbarê hewlên serxistina diyaloga yekrêziyê de got: “Di destpêka qonaxa bê ya danûstandinan de, divê daxuyaniyên ragihandinê yên li dijî hevdu werin rawestandin. Pêşmergeyên Roj li cem me cihê rêzê ne, ew zarokên kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û em dikarin vê pirsê bi diyalogê û bi giyanê berpisariya netewî çareser bikin.“

Gedo diyar kir jî, ew wek PYNKê ji niha ve amade ne dest bi danûstandinê bikin, lê ew li benda ENKSê ne ku ew jî amadehiya xwe nîşan bidin, ta ku her du alî rasterast li hev rûnin.

Li ser rola Amerîka, Salih Gedo diyar kir,“ Aliyê Amerîkî ji destpêkê ve serperiştiya danûstandinan dike û niha ew jî li bendê ne her du alî li hev rûnin û diyalog bi ser bikeve.”

Fly Erbil Advertisment