Şanogeriya kurdî bandoreke xirap ji Koronayê dîtiye

Ji ber rênimayên Koronayê li Tirkiyê piraniya çalakiyên çandî û hunerî rawestiyane.

Şano
Şano

Stenbol (K24) – Ji ber rênimayên Koronayê li Tirkiyê piraniya çalakiyên çandî û hunerî rawestiyane. Şanogeriya kurdî jî ji vê rewşê bandorek xerap dîtiye. Şanoger Tuncay Ozel dibêje piştî derketina Koronayê wan hemû plan û karê xwe rawestandine û wan ji neçarî niha navber daye karê xwe. Li gel vê rewşa zehmet şanogerê kurd ji pêşeroja şanogeriya kurdî geşbîn e.

Li Tirkiyê piştî tundkirina rênimayên Koronayê wek piraniya cihan salonên sinema û şanoyan jî hatin girtin lewma piraniya çalakiyên çandî û hûnerî jî rawestiyan.Vê jî bandorek mezin li ser şano û şanogerên Kurd kir. Tuncay Ozelê ku ev çendin salin şanogeriyê dike dibêje beriya koronayê wan gelek projeyên şanoya Kurdî çêkirî bûn û plana wan ew bû ku van şanoyên Kurdî li Ewropayê jî nîşan bidin lê ji ber Koronayê niha ev hemû projeyên wan rawestiyane.

Şanoger Tuncay Ozel ji K24ê re got: “Beriya koronayê gelek proje û lîstikên me hebûn,Lîstikeka me ya zarokan hebû û me bi komeka Ewropî re projeyeka hevpar çêkirîbû. Herwiha turneyên bo Ewropayê hebûn, emê di heyva nîsanê de biçûyan Ewropayê. Li vê derê jî lîstîk û projeyên me yên nû hebûn. Piştî korona derket û qedexe hatin ragihandin karê me di nîvî de ma. Me jî berê xwe da welatê xwe em çûyîn Kurdistanê. Ez nêzîkî 6-7 heyvan li mal mam. Di vî wextî de taybetî di warê aborî de me gelek zehmetî dît.Niha jî em vê zehmetîyê dikşînin ev nêzîkî salekêye em nikarin şanoyê bilîzin.”

Tuncay Ozel dibêje ji ber nebûna derfetan herçiqes niha şanoya Kurdî ne di asteka ew dixwazinde be jî ew piştraste ku şanoya Kurdî dê li dinyayê ciheke baş bo xwe peyda bike.

Şanoger Tuncay Ozel dibêje: “Ez bawer dikim dê rojekê şanoya Kurdî di cîhanê de cihê xwe bigire. Çimko bi rastî jî Kurd jîr in ,dinav van bêderfetiyê de jî xebatê dikin û tiştên nû diafirînin. Bi rastî Kurd bihêz in. Ji ber vê hêz û quwetê ez bawer dikim ne niha jî dê rojekê li cihanê deng vede.”

Li gel hemî astengiyên ji ber koronayê derketîn Tuncay dibêje ji bo ku şanogeriya Kurdî pêşbikeve û şanogerên nû yên Kurd jî derkevin ew plan dike atolyeyeka Şanogeriya Kurdî veke.

Tuncay Ozel anî ziman: “Em ê atolyeyeka şanoya Kurdî vekin, eger şert û mercên pandemiyê desturê bide me.Di heyva adarê de eger em bikarin emê li gel bi 4-5 mamosteyan atolyeyeka akademik ya lîstikvaniyê vekin.Eger rewş baş bibe emê cardî biçin Ewropayê şanoyên xwe nîşan bidin.”

Tuncay Ozelê ku bi lîstikvaniya xwe xelatên şanogeriyê jî wergirtî heta niha di çendîn şanoyên Kurdî de lehîstîye û beriya niha jî bi xwe li ser bajarê dîrokî Heskîfê şanoyek nivîsand û lehîst.Li gel hemî zehmetî û bêderfetiyê Tuncay dibêje yek jî daxwaza wî ya herî mezin ewe ku ew şanoya Zembîlfiroşê çêbike û vê çîrokê bîne pêşberî temaşevanan.