Hunermend Çiyager bi stranekê Nemir Barzanî bi bîr tîne

Hunermendê Kurd Çiyager di roja bibîranîna Nemir Mele Mistefa Barzanî de, yekem car ji bo Kurdistan24 berhema xwe xwend.

Diyarbekir (K24) – Hunermendê Kurd Çiyager, di albuma xwe ya nû de, stranek li ser Barzaniyê Nemir çêkiriye û di roja bibîranîna Nemir Nemir Mele Mistefa Barzanî de jî yekem car ji bo Kurdistan24ê ew berhema xwe xwend. Çiyager balê dikşîne ku Nemir Barzanî ji bo Miletê xwe çewa temenê xwe borandiye, divê nivşên nû jî wê şopa Wî, bi heskirin bidomînin.

Barzaniyê Nemir Mela Mistefa Barzanî di 42. Salvegera koça dawî de, li bakûrê Kurdistanê jî, bi heskirin û minetdarî hat bibîranîn. Ji ber pandemiyê çalakî nikaribûn bên kirin, lê Nemir Barzanî ji aliyê  partiyên siyasî yên Kurd, saziyên sivîl û gelek hunermend û welatiyan ve hat bibîr anîn.

Hunermendê Kurd Çiyager jî amadekarî ji bo albumeke nû dike û sitrana li ser Nemir Barzanî ku dê di wê albumê de cîh bigire, bi mebesta bibîranîna Nemir Barzanî yekem car ji bo Kurdistan24 got.

Hunermend Çiyager ji K24ê re got: "Bavekî çewa ji bo zarokên xwe û malabata xwe xebat dike  û zarok jî qedir û qimeta wî bavê xwe dizanin, Mele Mistefa Barzanî,  Serokê Nemir jî ji bo gelê xwe her tiştî kiriye û gelek zehmetî kişandiye ji bo gelê Kurd, Emê çewa Wî bibîr neynin ! salvegera bibîranîna Wî ye. Ez bejna xwe li ber Wî û hemû yên ku keda wan di vê rêyê de derbas buye ditewînim, bi minet bibîr tînim."

Çiyager balê dikşîne ku Nemir Barzanî bi kirinên xwe şopekî hiştiye û ew şop gelê Kurd ber bi azadiyê ve dibe, loma jî hem li Kurdistanê hem jî li welatên din Kurd Nemir Barzanî bi minet bibîr tînin.

Hunermend Çiyager dibêje: "Her mirovekî xwedî hêst û heskirinên xwe ye, Hunermend jî li gorî wan heskirin û hêstan dinivîsinin, muzîk û berheman çê dikin. Piştî wan ked û xebatan îro êdî Kurdistan azad dibe, sazûman dibe. Nemir Serok Barzanî jî ji bo min, gelê min û doza min hêja ye û bi wan hêstan min vê berehemê li ser serokê xwe çê kiriye."

Di 42. Salvegera koça dawî ya Nemir Mele Mistefa Barzanî de, di daxuyanî û peyamênku li bakûrê Kurdistanê hatin ragihandin de, bal hat kişandin ku şopa Wî ya azadîxwazîya Kurd û Kurdîstan, rêbazeke pêwîste jî bo gelê Kurd.