Hingaryay di hevkariya ligel Herêma Kurdistanê de berdewam dibe

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Kirîstiyanan di Hikûmeta Hingariya de Tristan Azbej dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Kirîstiyanan di Hikûmeta Hingariya de Tristan Azbej dike.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Hingaryayê li Hewlêrê amade bû, Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Kirîstiyanan di Hikûmeta Hingariya de ragihand, welatê wî spasiya Herêma Kurdistanê dike ku keşeke pêk aniye ta ku pêkhateyên olî û netewî di aştî û bi hev re bijîn.

Diyar kir jî, Hingarya şanaziyê bi wê dike ku hêzên wê mil bi milê Herêma Kurdistanê beşdarî şerê li dijî teroristên DAIŞê bûye. Tekez kir jî, welatê wî di hevkarî û hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê de berdewam dibe û spasiya hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê kir, ji ber ku mêvandariya bi sedan hezar koçber kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya Hikûmeta Hingaryayê kir ku beşdarî di şerê li dijî teroristan de kiriye û hevkarî bi Herêma Kurdistanê re kiriye.

Pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hingaryayê de, tewereke din a hevdîtinê bû.

Fly Erbil Advertisment