Li Tirkiyê 154 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 31 hezar û 230 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 29ê Adarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 32 hezar û 404 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 1325 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 3 milyon û 240 hezar û 577 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 18 hezar û 15 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 975 hezar û 108 kesan.