Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa herî dawî ya Covid-19ê

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 155 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 155 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 31 hezar û 385 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 30ê Adarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 37 hezar û 303 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 1376 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 3 milyon û 277 hezar û 880 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 19 hezar û 925 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 995 hezar û 33 kesan.