Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Ekîto pîroz kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya sersala nû ya Babilî, Aşûrî li hemû welatiyên Kildanî, Aşûrî û Siryanî dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya sersala nû ya Babilî, Aşûrî li hemû welatiyên Kildanî, Aşûrî û Siryanî dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi çend zimanan nivîsand: “Ez hêvîdar im sala xweşî û aramî û bihêzkirina kultura pêkvejiyanê ya aştiyane be di navbera hemû pêkateyên Kurdistanê de.”

Peyama pîrozbahiyê ya Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya cejna Ekîto, serê sala nû ya Babilî, Aşûrî, pîrozbahiyê li xwişk û birayên me yên Kildan, Aşûrî, Siryanî yên li Herêma Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im sala xweşî û aramî û bihêzkirina kultura pêkvejiyanê ya aştiyane be di navbera hemû pêkateyên Kurdistanê de.”