30 saliya biryara 688an ya Encûmena Asayişa Navdewletî tê bibirîanîn
Îro konferansek bi boneya 30 saliya biryara 688 li dar dikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bîranîna 30 saliya biryara 688an ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya diyarkirina herêma dijefirînê li Herêma Kurdistanê, bi hevkariya rayedarên berê û niha yên Hikûmeta Brîtaniyayê û koma Kurdistanê li Parlementoya Brîtanyayê, konferanseke taybet bi riya vîdyokonferansê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê lidarxistin.
Îro 8ê Nîsanê demjimêr 12:30 bi dema Hewlêrê çalakî dest pê dike û tê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarekê bi riya vîdyokonferansê pêşkêş dike. Piştre jî Sir John Major, serokwezîrê berê yê Brîtanyayê û dostê gelê kurd û her wiha yek ji wan siyasetmedarên ku di diyarkirina Herêma Aramê de roleke girîng lîstiye jî, gotarekê pêşkêş bike.
Biryar e jî her yek ji Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Çavdêriya Rewşa Korona li Brîtaniya Nedîm Zehawî ku bi regez Kurd e, li gel Karwan Nûnerê Hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtaniya Cemal Tahir û Konsulê Giştî yê Brîtaniya yê li Herêma Kurdistanê James Thornton beşdariyê di vê çalakiyê de bikin.
Her di çarçoveya wê çalakiyê de, biryar e endamên Perlemantoya Brîtaniyayê Robert Halfon, Alicia Kearns, Jason McCartney û Serokê Grûpa Kurdistanê li Parlementoya Brîtaniyayê Gary Kenet beşdarî vê çalakiyê bibin.
Fransa di destpêka Nîsana 1991an de projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir û tê de daxwaz kir ku komkujiya Iraqê ya li dijî gelê kurd şermezar bike ku ji ber di dema şerê kendavê de serî hilda û gelê kurd dest bi raperînê kir. Ev yek bû sedema ku di 5ê heman mehê de biryara 688 ji aliyê Encumena Asayişa Navdewletî ve were derxist û tê de bang li Iraqê hate kirin ku dest ji kuştina kurdan berde û rêzê li mafên mirovan bigirin.
Daxwaz jî ji sazî û rêxistinên hawarçûnê yên Neteweyên Yekgirtî kir ku alîkariya koçberan bikin ku ji ber zilma rejîmê nêzî milyonek kurdên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Îranê û Tirkiyeyê û koçber bûn. Herwiha daxwaz ji Iraqê kir rê bide sazî û rêxistinên mirovî yên Neteweyên Yekgirtî bi azadiyeke temam alîkariyan bigihin her cihekî ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hebe.