Zeydî: 10ê Hezîranê qonaxeke herî biêş a dîroka me ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê di salvegera dagirkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve de peyamek belav kir û tê de tekez kir ku Îraq rûbirûyî xetertirîn qeyrana dîrokî bû, lê careka dî selimand ku niştîmanek e qet naşkê
Serokwezîrê Îraqê Elî Fatih Zeydî îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) di salvegera dagirkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve de peyamek belav kir tê de ragihand: “10ê Hezîranê yek ji wêstgehên herî biêş ên dîroka nû ya Îraqê ye; ji ber ku di vê rojê de çekdarên DAIŞê bajarê Mûsilê dagir kirin. Ev kar jî parek bû ji planeke tawankarane li dijî yekrêzî û serweriya xelkê Îraqê û bizavek bû ji bo têkdana pêkhateya nîştimanî ya welat.”
Zeydî ron jî kir ku çekdarên DAIŞê hovtirîn tawan di derheqê xelkê de kirin, bajar û gund wêran kirin û xwîna mirovên bêtawan rijand. Amaje jî da ku Iraq rûbirûyî xetertirîn astengiyan dîrokî bû, lê careka dî selimand ku niştîmanek e qet naşkê.
Di pareke din a peyama Serokwezîrê Îraqê de hatiye: "Çûna di hawarê ya fetwaya merceiyeta bilind a olî û yekgirtina xelkî, mil bi milê qehremaniya hêzên çekdar, dezgehên ewlehiyê, Heşda Şeibî û Pêşmergeyan bi piştgiriya dostan bû sedema nivîsandina dastaneke nîştimanî û şikandina terorê."
Serokwezîrê Iraqê eşkere jî kir ku hikûmet dê li ser çespandina ewlehî, aramî, parastina serweriya Îraqê, hiştina çek tenê di destê dewletê de û domandina piroseya avedankirinê berdewam be. Li dawiyê jî spasiya helwesta wan aliyên siyasî kir ên ku piştgiriya piroseya tenahî û avedankirinê dikin.
Di 10ê Hezîrana sala 2014ê de, çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê bajarê Mûsilê kontrol kir û piştre pareka mezin ji axa Îraqê dagir kir. Di dema deshilata DAIŞê de bi hezaran kes hatin kuştin, revandin û awarekirin.
Piştî çend salan ji şerekê giran bi pişkdariya Hêzên Pêşmergeyan, Artêşa Îraqê û Hevpeymaniya Navdewletî, di sala 2017ê de bidawîhatina DAIŞê û rizgarkirina bi temamî ya axa Îraqê hat ragihandin. Ew qonax yek ji bizehmettirîn serdemên dîroka Îraqê bû û wêrankariyeke mezin li deverên cuda cuda li pey xwe hişt.