Pêşewa Hewramanî: Em daxwaza budceyê ji Bexdayê dikin ne mûçeyan

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser pêşniyara Hewlêrê û pêşwaziya Bexdayê, lijneyeke bilind û hevpar a daîmî di navbera her du hikûmetan de tê avakirin. Hevdem tekez jî kir ku ji bo nehêlana qeyrana darayî, Herêma Kurdistanê amade ye hemî asankariyan ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) piştî civîna Encûmena Wezîran di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku di civînê de, sê tewerên serekî hatine nîqaşkirin: pirsa petrolê, rêkxistina dahatên navxweyî bi rêya modernkriina wê bi sîstema ASYCUDAyê û avakirina lijneyeke bilind a hevahengiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Avakirina lijneyeke hevpar û herdemî:

Li ser avêtina vê pêngavê, Hewramanî diyar kir ku ev yek encamê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê ye, ku li ser pêşniyara herêmê bûye û ji aliyê Hikûmeta Federal ve jî hatiye pêşwaziya wê hatiye kirin.

Navborî ron jî kir ku ev lijne dê herdemî be û armanca wê ne tenê axaftina li ser arêşeyan e, belkî ji bo pêşvebirin û xurtkirina hevahengiyê di navbera her du aliyan de kar dike; pareke endamên wê lijneyê jî dê cîgir bin û li gorî wan waran jî nîqaş li ser tê kirin, dibe ku guhertin di encaman de bê kirin.

Pirsa petrolê û şertên kompaniyên biyanî:

Hewramanî herwesa bal kişand ser destpêkirina hinardekirina petrolê û eşkere kir ku şanda hikûmetê û kompaniyên petrolê ligel Serokwezîrê Îraqê civiyane. Wî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hêsankariyekê ligel Bexdayê amade ye, da ku piroseya berhemhênan û hinardekirinê bê destpêkirin.

Li ser şertên kompaniyan, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku kompaniyên petrolê rasterast daxwaza garantiya parastinê ji Serokwezîrê Îraqê kiriye, ji ber ku di dema borî de nêzîkî 33 caran êrîşî ser zeviyên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin, lewma ew dixwazin piştrast bibin ku ji nav axa Îraqê ve êrîş li ser wan nayê kirin, ligel daxwaza wan a ji bo pêdaçûna bi xerciya derxistina petrolê.

Hewramanî li ser rewşa xirab a Rojhilata Navîn û gurbûna şer hişyarî da, herwesa eşkere jî kir ku ji ber wan şer û aloziyên ku li Rojhilata Navîn hene, rewşeka giran rûbirûyî Iraq û Herêma Kurdistanê û welatên derdora bûye. Ji bilî encamên ewlehiyê, vê rewşê arêşeyeka darayî ya giran jî çê kiriye, lewma ji bo nehêlana vê rewşê û şandina petrolê piştgiriyeka temam ji bo pêngavên Bexdayê dikin.

Sîstema ASYCUDA û Projeya 'Rûnakî'yê:

Li ser rêkxistina dahatan, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê tu arêşeyek ligel bicihanîna sîstema ASYCUDAyê nîne; tenê di destpêkê de dem ji bo guncandina sîstema navxweyî ligel jêrxaneya sîstema Bexdayê jê re pêdivî bû, û niha bi temamî amade ne û tenê li benda tîma federal in da ku dema civînê diyar bikin.

Di warê navxweyî û projeya kehrebeya 24 saetî de (Projeya Rûnakiyê), Hewramanî got ku armanca serekî ya wê projeyê dana kehrebeya berdewam e bi welatiyan bi xerciyeka kêmtir. Wî qebûl jî kir ku di destpêkê de hinek arêşeyên teknîkî û bûn sedema qutbûna kehrebeyê di hin deman de, lê ew arîşe pêngav bi pêngav tên çareserkirin.

Di derheqa kêmbûna benzînê de jî, wî diyar kir ku ew ligel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li ser xetê ne û ev arêşe demkî ye û zû bi dawî dibe.