Îmaratê êrîşên Îranê yên li ser sê welatên Erebî şermezar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îmaratê êrîşên bi diron û mûşekan ên Îranê yên li ser welatên Behreyn, Kuweyt û Urdinê bi tundî şermezar kirin, û ew wekî bizaveke terorîstî li dijî serweriya wan welatan bi nav kir.

Wezareta Derve ya Îmaratê îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) di beyannameyekê de ragihand: “Ev êrîşên terorîstî binpêkirineke ron û eşkere ya serweriya van her sê welatan e û li ser ewlehî û tenahiya wan gefeke mezin e.”

Wezareta Derve ya Îmaratê hevsoziya Îmaratê ya tam ji bo Behreyn, Kuweyt û Urdinê diyar kir û piştgiriya welatê xwe ji bo hemî wan pêngavên ku ji bo parastina ewlehî û tenahiya axa wan tên avêtin tekez kir.

Ev helwesta Îmaratê piştî wê yekê tê ku berbanga îro Çarşemê, her sê welatên Urdin, Kuweyt û Behreyn ketin rewşa amadebaşiyê; di demekê de ku Urdinê çend mûşekên Îranê teqandin, Kuweyt û Behreynê jî zenga hişyarkirinê lêda û sîstemên xwe yên berevaniya esmanî li dijî her êrîşeka îhtîmalî çalak kirin.

Rewşa navxweyî ya her sê welatên Kendav û Şamê:

Urdin: Hêzên Çekdar ên Urdinê ragihandin ku sîstemên wan ên berevaniyê 5 mûşekên Îranî teqandine, ku ji Îranê ve ber bi devera Ezreqê li parêzgeha Zerqayê ve hatibûn avêtin. Tenê paşmayîyên mûşekan ketine xwarê û tu zirarên canî an madî jê çê nebûne.
Kuweyt: Serokatiya Erkanê ya Artêşa Kuweytê diyar kir ku berbanga îro sîstemên berevaniyê yên esmanî yên welatê wan mijûlî bersivdana çend armancên esmanî yên dijminkarane ne û daxwaz ji welatiyan kiriye ku tenê pabendî rênmayiyên fermî bin.
Behreyn: Wezareta Navxweyî ya Behreynê vê sibehê zenga hişyarkirinê lêda û daxwaz ji xelkî kir ku aram bin, ber bi cihên parastî ve biçin û ji kanalên fermî ve li benda zanyarên nû bin.
Wan her sê welatan tekez jî kir ku hêzên wan di amadebaşiya herî bilind de ne, ji bo parastina serweriya ax û esmanên xwe, di demekê de ku Îranê hişyarî daye ku ew ji bo bersivdana her êrîşeke nû ya Amerîkayê di amadebaşiya tam de ne.