Li Diyarbekirê kompanyayek dest bi hilberîna berhemên ji şîrê gamêşan kir

Berhemên ku li vê kompanyayê bên hilberîn, bi navê markayeke xwecîh berheman dide bazarê.

Diyarbekir (K24) – Kompanyayeka li Diyarbekirê dest bi hilberîna berhemên şîrê gamêşa dike û dixwaze bibe marqayeke xwecîh. Rêvebirê kompanyayê radigihîne ku ji sala 2010’an ve li ser vê projeyê hewlê xwe dane û niha jî dest bi hilberînê kirine. Berhemên ku li vê kompanyayê bên hilberîn, bi navê markayeke xwecîh berheman dide bazarê.

Li Diyarbekirê ramedanên hilberinê zêde dibin. Bi taybet di salên dawî de, ramedanên ku li Diyarbekirê hilberînê zêde dikin tên kirin û niha jî kompanyayekî jî dê berhemên ji şîrê gamêşan, bi awayekî sirûştî hilberîne û bide bazarê.

Rêvebirê kompanayê Huseyîn Yilmaz balê dikşîne ku li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê duyemîn bajarê ku xwedîkirina gamêşan lê zêde ye Dyarbekir e û şîrê gamêşan jî hem bihêz e, hem jî gelek sûdbexş e. Loma jî wan xwestiyê derfetên heyî baştir bikar bînin û zêdetir bikin.

Serokê Rêvebiriya kompanayê Huseyîn Yilmaz ji K24ê re got: “Gamêş li bajarê me zêdebûne niha 21 hezar gamêş hene li Diyarbekirê. Me jî got em çewa dikarin ji şîrê wan baştir sûd werbigrin ku şîrê gamêşan gelek bi qîmet e û tendurist e. Me ji her derî pirsî û lêkolînan kir. Em çûn Stembolê, Balikkesîrê, Samsûnê û Afyonê ku tûyê mast çê dikin, me pirsî. Piştî ku me agahiyan berhev anî jî me dest pê kir. Niha em diçin ji ber derê yên ku gamêşan xwedî dikin, şîr tomar dikin, kiloya şîr em bi 7 lireyî distînin û em tînin liv ir mast çê dikin, tû çê dikin, penêr û rûnê nivîşk çêdikin.”

Huseyîn Yilmaz tîne ziman ku di vê projeya hilberinê û peyda kirina marqaya xwecîh de, ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve ji %50 piştgiriya mesrefê makîneyan hatiye dayîn û ew piştgirî jî rêya wan xweş kiriye. Disa ji saziyên zanistî jî piştgriyan werdigirin.

Dekanê Fakulteya Veterînerî yê Zaningeha Dicleyê Prof. Dr. Aydin Vûral jî balê dikşîne ku ji derfet û berhemên xwecîh, bi rêyên modern û tedrust hilberîn tiştekî gelek girîng e û ewê jî amdebin ku di warên teknîkî û zanistî de piştgiriya projeyên wiha bikin.

Serokê Beşa Veterînerî yê Zaningeha Dicleyê Prof. Dr. Aydin Vûral dibêje: “Ez gelek kelecanî me ku li Diyarbekirê kargehên berhemên kêm in û projeyeke wiha dest pê dike. Li Diyarbekirê hilberîna şîr zêde ye, lê saziyên hilberîna berhemên şîr kêm in. Em jî dixwazin ku saziyên wiha zêde bibin. Ev der jî mînaqeke baş e. Gelek sazîyên fermî û sivîl piştgirî didin û ez bawerim dê d demeke kurt de, ev sazî 100 qat jî xwe mezin bike.”

Bal hat kişandin ku bi nirx dayîn û nirxandina berhemên şîr û cotkarî, dê ji bo hilberîna cotkarî jî bibe piştgirî û hilberînê bi giştî jî zêde bike. Zêdebûyîna hilberînê li civakekî jî dê gelek derfetên debarê bi xwe re peyda bike.