Li Tirkiye û Bakur qedexeye derketina derve dest pê kir
Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî asayîbûna 60 rojan careke din ji bo 17 rojan bi giştî qedexeye derketina kolanan hate ragihandin.
Enqere (K24) - Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî asayîbûna 60 rojan careke din ji bo 17 rojan bi giştî qedexeye derketina kolanan hate ragihandin. Bijîşk ji rewşa heyî nerazî ne û dibêjin ji bilî vaksînkirina tevahiya gel êdî tu bergirî feyde nake. Beşek ji welatiyan ragihandina qedexeyê razî ne lê beşek ji wan dilgiran in ku dê 17 rojan esnafê biçûk çawa pariyeke nan bibe mala xwe.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî ku di 1ê Adarê de rênimayên vîrusa Koronayê hatibûn sistkirin, dibistan û kargeh hatin vekirin tûşbûyên vîrusa Koronayê gihiştin 60 hezarî û kesên ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane jî 350 kesan derbas kir. Heta ji ber zêdebûna haletan di nexweşxaneyan de cih nema ku nexweş lê rakevin. Ji ber vê çendê jî piştî civîna lijneya zanistê û civata wezîran serokomarê vî welatî Recep Tayîp Erdogan ragihand ku li sernaserê Tirkiyê di 29ê Nîsanê heta 17ê Gulanê de bi giştî qedexeya derketina kolanan dê karîger be.
Derbarê vê biryara hikûmetê de Serokê Jûra Bijîşkên Enqerê Dr. Alî Karakoç amaje pê kir ku ev bergirî ji bo tendûristiya gel nehatine ragihandin, tenê li Enqerê nexeşxane ji sedî 80 zêdetir tejî bûne û ji bilî vaksînkirina tevahiya gel êdî tu bergirî feyde nakin
Dr. Alî Karakoç ji K24ê re diyar kir: “Tekane rêya ku gel ji vîrusa Koronayê û nexweşînan biparêze vaksîn e. Îro şûn de ji bilî vaksînkirinê tu rêyên din nîne ku pêşiya vîrusê bigre. Ji ber ku vîrus ji amarên ku tên ragihandin zêdetir e û belavbûye her derê. Niha tenê li Enqerê nexweşxane ji sedî 80 zêdetir tejî bûne û cih nemaye ku nexweş lê bên razandin. Bi rastî ev bergiriyên hatine ragihandin ne ji bo tendûristiya gel e ji bo ku geştiyar bên Tirkiyê ev biryar hate dayîn. Niha bareke giran ser milê bijîşkan e û her roj em dimrin.
Welatiyên li Enqerê beşek ji wan vê biryara qedexeye derketina kolanan ya 17 rojan derengmayî û erênî dibînin. Lê hin kes ji rewşê nerazî ne ku dê van rojên girtî de çibikin û dê hikûmeta alikariya wan bike yan na di nava van nediyariyan de ne.
Welatiyek dibêje: “Ez erênî dibinim vê qedexeyê. Ji xwe ez malnişînim û her li malê dibim. Biryareke xelet nîne. me pêşî zêde sistî kir û em li gorî rênimayan tevnegeriyan ji loma jî rewşa aloz bûye. Înşallah ev 17 rojan dê rewş baş bibe.”
Herwiha welatiyek jî dibêje: “Bi rastî biryareke baş e. Xwezî ka beriya niha ev biryara qedexeye derketina derve bihata dayîn. Ji bo gel biryareke başe ku heyamekê di malan de bimînin. Biya min welatên Ewropa bi vî rengî pêşiya vê veyrosê digrin em ê jî biceribînin.”
Welatiyek diyar dike: “Cihê ku ez lê dixebitim nagrin ji ber ku sektora taybet nayê girtin. Heta şevê bi sedan kesî re rû bi rû dimînim û piştre diçime cem zar û zêçên xwe. Li gel vê yekê 17 rojan dê girtî be esnafê biçûk dê çi bixwe dê çawa nan bibe mala xwe? Dewlet dê alîkariya wan esnafa bike yan na? Bi rastî jî xeletiyên mezin dikin.”
Qedexeya derketina kolanan ya ku dê şeva 29ê Nîsanê dest pê bike dê heta 17ê Gulanê roja duşemê bênavber berdewam bike. Di navbera van rojan de hatûçûna navbera bajaran de qedexe ye û welatî ji bilî danûstandinan ji malên xwe dernakevin. Heta di 9 rojên betlaneya cejna Remezanê de jî dê ev qedexe berdewam bike li seranserê Tirkiye û bakurê Kurdistanê.