Komîsyona 21ê Sibatê: Hişmendiya xwedîderketina li zimanê kurdî zêde dibe

Rêveberên Komîsyona zimên didin zanîn ku tevî astengiyên pandemiyê jî pêkhateyên siyasî û civakî yên Komîsyonê xebatên piralî dimeşînin.

Diyarbekir (K24) – Ji bo ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî xebatên komkirina îmzeyan ku ji aliyê Komîsyona 21ê Sibatê ve dest pê kiribû, berdewam in.  Rêveberên Komîsyona zimên didin zanîn ku tevî astengiyên pandemiyê jî pêkhateyên siyasî û civakî yên Komîsyonê xebatên piralî dimeşînin. Rêveberên Komîsyonê amaje dikin ku armanca wan komkirina ji mîlyoneke zêdetir îmzeyan e.

Li gorî ku rêveberên Komîsyona 21ê Sibatê didin di kampanyaya komkirina îmzeyan hişmendiya lêxwedîderketina zimanê kurdî jî zêde dibe û kurd dizanin ku fermîbûna zimanê kurdî mafê wan e jî. Peyvdarê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî got; kurd eleqeyeke baş didin kampayayê û ew dê heta bigihin armanca xwe li welat û derveyê welat bêwestan xebatên xwe berdewam bikin.

Peyvdarê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Eleqe heye, pêwendî hene. Ji ber ku partiyên me yên siyasî rojane di nav vî karî de ne, îmza kom dikin. Helbet dema ku mirov îmza kom dike jî mirov bi xelkê re diaxive, gelo armanca vê xebatê çi ye ne çiye, li ser vê nîqaş tên kirin û bi vê yekê re hişmendiya zimanê kurdî derdikeve pêş. Armanca me jî ne tenê komkirina îmzeyan e, pê re tiştek din jî heye; ew jî hişmendiya zimanê kurdî ye, kurd bi xwe bihesin ku bizanin zimanê kurdî mafê wan e. Û bi vî awayî pêwendiyeke gerim ya kurdayetî jî çêdibe, em keyfxweş in.”

Endamên Komîsyona 21ê Sibatê serdana dam û dezgehên civakî yên sivîl jî dikin û bi mamoste, pizîşk, endazyar, karker, karmend, dikandar û bazirgan re hevdîtinan dikin û daxwaza lêxwedîderketina kampanyayê dikin. Endamê Komîsyona 21ê Sibatê Mirad Bîlgîç got; di dîroka kurdan Bakur de cara yekê ye ku ji bo fermîkirina zimanê kurdî kampanyayeke wisa berfireh tê birêvebirin.

Endamê Komîsyona 21ê Sibatê Mirad Bîlgîç dibêje: “Di dîroka kurdên Bakur de em cara yekem dibînin ku mijarek kurdewar ji aliyê 9 partiyên siyasî û 300 saziyan ve tê axaftin û pirsgirêkeke kurdewar dane pêşiya xwe û li ser vê yekê li hev kirine. Ev lihevkirin bi xwe ji bo kurdan nîşaneya rojên nû ye, em bi vê keyfxweş in.”

Di 22ê Sibata 2021an de bi beşdariya 9 partî û 300 saziyên civakî yên sivîl ve ji bo ku li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin. Endamên Komîsyona 21ê Sibatê amaje dikin ku, ew dixwazin 2021 bibe sala zimanê kurdî û hişmendiya lêxwedîderketina ziman di nava raya giştî ya kurd de zêde bibe.