Almanya: Em bi piştevanîkirina Pêşmerge berdewam dibin
“Almanya dê berdewam be li ser piştevaniya Pêşmerge û wek beşek ji hevpeymaniya li dijî DAIŞê dê bimîne.”
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolxaneya Giştî ya Almanya li Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrîşa DAIŞê li ser sengerên Pêşmerge li Pirdê ragihand, ew bi piştevanîkirina hêza Pêşmerge berdewam dibin.
Konsolxaneya Almanyayê di twîteke xwe de hevsozî li hember şehîdbûna sê Pêşmergeyan roja 1.5.2021ê li Pirdê de nîşan da û diyar kir, “Almanya dê berdewam be li ser piştevaniya Pêşmerge û wek beşek ji hevpeymaniya li dijî DAIŞê dê bimîne, heta DAIŞ bi temamî tê jinavbirin.”
Roja Şemiyê 1.5.2021ê çekdarên DAIŞ'ê êrîşî ser sengerê Pêşmerge li Zûrgezraw kir û hêzên Pêşmerge jî bi tundî bersiva DAIŞê dan û êrîş têk birin. Wezareta Pêşmerge jî ragihand, di encama êrîşê de 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Pêştir jî her yek ji konsolxaneyên Amerîka û Fransa û Balyozxaneya Brîtanya li Iraqê hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên şehîdên êrîşa DAIŞê re nîşan dabûn û piştevaniya xwe ji Pêşmerge û Herêma Kurdistanê re dubare kiribûn.