Hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de tê kirin

Bi taybet jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo rûbirûbûna tevgerên DAIŞê, hêzên ewlekariyê yên Iraqê hevahengiyê ligel hêzên Pêşmerge dikin, bi taybet jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Di civînekê de ligel fermandarên leşkerî û bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge û Supasalarê Pêşmerge Cemal Êmînkî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî dezgeha Hewalgîriyê û hêzên ewlekariyê raspardin ji bo hemû hewlên xwe ji bo rûbirûbûna DAIŞê bidin.

Kazimî tekezî jî li hevahengiya di navbera hêzên ewlekariyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge de kir, bi taybet jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di daxuyaniyekê de aşkere kir, civîn taybet bû bi êrîşên DAIŞê yên di dema borî de ku bû sedema şehîdbûna çend Pêşmergeyên Lîwaya 10 a ser bi Wezareta Pêşmegre û hejmarek leşkerên Wezareta Beravniyê ya Iraqê, ew êrîş ji ber valahiya ewlehî û leşkerî hatibûn kirin, ji ber wê biryar hat dayîn ku hevahengê, karên hevbeş, komîteyên hevbeş û tîmên hevbeş yên di navbera artêş û hêzên pêşmerge de li navendên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de bên zêdekirin valahiya ewlehiyê bêne dagirtin û zanyariyên îstîxbaratî bi hev bêne guhartin, ji bo rê li ber dubarebûna karên bi vî rengî were girtin.

Cebar Yawer ragihand jî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim serperiştiya civînê kir û her yek ji Wezîrê Berevaniyê, Wezîrê Navxwe û Wezîrê Darayî yên Hikûmeta Ferderal jî beşdar bûn.

Ev di demekê de ye, demek e tevgera DAIŞê li çend navçeyên Iraqê bi û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye, pisporên leşkerî jî sedema sereke ya wê yekê vedigerînin, valahiya ewlekariyê ya li wan navçeyan.