Serok Barzanî ligel Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê civiya
Di civînê de pêşhatên dawiyê yên Iraq, Herêma Kurdistanê û hilbijartinên pêşwext ên Iraqê guftûgo kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Mesûd Barzanî îro 3.5.2021ê ligel Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî civiya û pêşhatên dawiyê yên Iraq, Herêma Kurdistanê û hilbijartinên pêşwext ên Iraqê guftûgo kirin.
Serok Barzanî di twîtekê de da zanîn, ew ligel Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî pêşhatên dawiyê yên Iraq, Herêma Kurdistanê û hilbijartinên pêşwext ên Iraqê guftûgo kirin.
Malpera Serok Barzanî jî derbarê civînê de ragihand ku di hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê pirse û sersaxiyên xwe bi Serok Barzanî gihand ji bo giyanê pak ê wan Pêşmergeyên ku çend rojên derbasbûyî ji ber êrîşa DAIŞê şehîd bûn, herwiha êrîşên li ser Herêma Kurdistan û Hewlêrê şermezar kir û ragihand ku aramiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê ji bo aramiya navçeyê û Iraqê girînge.
Her di vê civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û gefên li ber aramiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê hate nirxandin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de tekezî li ser hemahengî û karê hevbeş ya aliyan ya ji bo parastina aramiya siyasî kirin.
Hêjayî gotinê ye ku di vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî û Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasî û Xesro Goran Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.
Productive meeting today at the Barzani HQ with the Speaker of the Council of Representatives, @AlHaLboosii where we discussed the latest developments in Iraq and the Kurdistan Region, including the upcoming elections. pic.twitter.com/Vs1buhRcOY
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) May 3, 2021