Nêçîrvan Barzanî bi Polîtburoya PDKê re civiya
Rola PDKê ji bo kêmkirin û nehîştina nakokiyan di navbera aliyên siyasî de yek ji mijarên hatine guftûgokirin bû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Di berdewamiya serdan û hevdîtinên xwe de ligel aliyên siyasî yê Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel cîgirên Serokên Herêmê serdana Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Sekreterê Polîtburoyê Fazil Mîranî pêşwazî lê hate kirin.
Di civînê de proseya siyasî, rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî, rola PDKê ji bo kêmkirin û nehîştina nakokiyan di navbera aliyên siyasî de û pêngavên ber bi xurtkirina tebayî û yekrêziyê di navbera wan de, dirustkirina mîkanîzm û çarçoveya niştimanî ji bo komkirina aliyan bi hemû bîr û hizrên xwe yên cuda, ta bi hev re rûbirûyî rikberiyên niha û dahatûyê bibin, amadekirina destûra Herêma Kurdistanê, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê û çend pirsên din hatin guftûgokirin.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser rola PDKê û pêgeha wê ya girîng û berpirsyane ji bo peydakirina tebayî û yekrêziyê di navbera aliyên siyasî û aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê kir ku dikare di vî warî de destpêşxer û aktîv be û roleke erênî, berpirsyane û niştimanî werbigire.
Ji aliyê xwe ve, Polîtburoya PDKê, ligel pesn û destxweşiyê, hemû piştevaniya xwe ji bo erk û destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî û Serokariya Herêma Kurdistanê û hewlên wan ên ji bo tebayî, pêkveyî û yekrêziya alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê dubare kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast, hevbeş û beşdariya bi aktîv a PDKê ya vê mebestê bi erk û berpirsyariya PDKê nîşan da.