Encûmena Wezîran projeyasaya kompaniyên ewlehiyê pesend kir
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 5ê Gulana 2021ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna heftane encam da.
Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 5ê Gulana 2021ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna heftane encam da.
Di beşa yekem a civînê de reşnivîsa projeya stratejîk a niştimanî ya rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê, ji aliyê Serokê Desteya Destpakî yê li Herêma Kurdistanê ve hat pêşkêşkirin. Encûmena Wezîran tekezî li rûbirûbûn û jiholêrakirina gendelî û hederkirina serweta giştî kiriye ku beşeke girîng a bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd raportek derbarê dahat û xerciyên Hikûmeta Herêmê û rêkxistina wan di çarçoveya projeyasaya budceya 2021ê pêşkêş kir. Encûmena Wezîran amadekariyên herî dawî yên reşnivîsa projeyasaya budceyê gotûbêj kir, ku biryar e di civînên bê de proje bikeve qonaxa pesendkirinê ji aliyê Encûmena Wezîran ve, da ku bişînin Parlamentoya Kurdistanê.
Di beşa sêyem a civînê de Encûmena Wezîran projeyasaya kompaniyên ewlehiyê yên taybet ên li Herêma Kurdistanê pesend kir.
Di dawiya civînê de, Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf raportek li ser rewşa pêkhateyan û çalakiyên Wezareta Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan pêşkêş kir.