Li Xurmatûyê hêzeke artêşa Iraqê rastî êrîşekê hat

Di encamê de leşkerekî Iraqê hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi riya bombeyeke vedayî karwaneke êrîşek li hêzên Iraqê li devera Xurmatûyê hate kirin û di encamê de leşkerekî Iraqê hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Jêderekî ewlehiyê ji Xurmatûyê ji K24ê re ragihand, îro piştî nîvro li navçeya Zerge li rojavayê Xurmatûyê bombeyeke vedayî bi karwana hêzeke Firqeya 9 a artêşa Iraqê ya ser bi Odeya Operasyonên Kerkûkê ve teqiya.

Diyar kir jî, di encama teqînê de leşkerekî Iraqê hat kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Li navçeya Zerge gelek gelî û çem lê hene û çekdarên DAIŞê xwe lê vedişêrin. Pêştir ew navçe di destê Pêşmergeyan de bû, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Heşda Şeibî û artêşa Iraqê lê bi cih bûne.